Friday, December 25, 2009

BÊDENGÎYA DENGAN Û DENGÊ BÊDENGAN



bêdengîya dengan
dengên ku her tim divê cur bi cur derbikevin
dengên ku nalînan, axînan, qirîn, gazî û gazincan dikishinin
dengên ku ew qas bêdengin dikarin guhên mirovan ker bikin
walê bilind, walê dijwar, lê heman demê jî walê derbeder u birîndar

dengên kur û dur, dengên ku mizgîniya roja nu didin shevê
dengên ku her tim li dijî zordarîyê serê xwe radikin û her du aliyan ve dihejinin
dengên ku li ber xwe didin, seri dihildin u straneki distirin
ji zozan, chem, zinar, desht, chiya u kendalan re
li war û berê egîdan, mêrxasan, serbilind u ciwanmêran

ew dengên ku xwe nadin ji bîr kirin
û ne jî tu kesi ti demi ji bîr dikin
ew dengên ku her tim diviya bilindtir u bilindtir bibuna
mixabin, lê îro mane bêdeng
ji ber wê ye jê re dibêjin bêdengîya dengan

û dengê bêdengan
ew bi xwe cihaneki serbixwe ye, azad e, tenê ye
her û her tishtek tê sehkirin
lê tishtek nayê sehkirin, ji ber ku dengê bêdengan dernakevê
derbikevê jî nivs e, tenik e, pistepist û hindik e

tenê mêri dikarin sehbikin dengê bêdengan
tenê ew dikarin ji zimanê wan fêhm bikin u bersivekî ji wan re bishînin
tenê ew dikarin bizanin ka chi li serê wan de hatiye, ka ji chi derbas bune
tenê ew dikarin heyf u tola wan gunehên bêxwedî, bêmal, bêwar û bêkes bistînin
belê tenê u tenê ew dikarin tishtekî bikin, ger ku ew jana zirav ji dilê wan bigirê

mirovên bêdeng didin ber qîran û hawara xwe ji ezmanên bilind re rêdikin
hêvi dikin ku rojekî jiyan û siud dengên wan jî seh bikê, mirazê wan ji chê bike
ew hêvîye ku her tim xwînê ji demarên wan re derbas dike û jînê li lashên wan de piroz dike
ger ku ew hêvî jî li ba wan ne mine an jî ji destên wan werê standin
ê hingê dengê bêdengan kêmtir û her kêmtir derbikevê u jiyan jî wata xwe winda bikê!